Ji MSD’ê daxuyaniya têkildarî salvegera 14’an a aloziya Sûriyeyê
MSD’ê di salvegera 14’an a aloziya Sûriyeyê de diyar kir ku "Danezana destûrî" hêvî têk birin û dijberî armancên gelê Sûriyeyê yên avakirina dewleta dewleteke demokratîk a adilane, ye.

Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) bi boneya salvegera 14’an a aloziya Sûriyeyê daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Di salvegera 14’an a destpêkirina aloziya Sûriyeyê de, em qurbaniyên Sûriyeyî yên ku ji bo daxwazên azadî, rûmet û edaletê li hember pergala desthilat serî hildane, bi bîr tînin.
Tevgera gel ji bo avakirina dewleteke demokratîk, piralî ku xwe dispêre serweriya qanûnî hat destpêkirin.
Îro û piştî hilweşîna rejîmê di Kanûnê de, Sûriye rûbirûyî astengiyên mezin in û hîna jî li hin herêman tundî didome û welat êşên salên şer û parçebûnê dikişîne. Rageşiya li perava Sûriyeyê û qetilkirina sivîlan diyar dikin ku pêdivî bi agirbesteke lez heye û divê tundiyên ku li pêş pêşketina îstîqrar û aştiyê dibin asteng werin sekinandin.
Danezana destûrî ya dawî jî, diviyabû gaveke ber bi pêkanîna armancên Sûriyeyiyan bûye, lê wê danezanê hêvî têk birin û berovajî armancên gelê Sûriyeyê yên avakirina dewleteke demokratîk û adilane ye. Ji lew re em diyar dikin ku pêwîstî bi pêkanîna çareseriyên siyasî yên giştî heye ku rewşa Sûriyeyê û baweriyên wê di ber çavan re werin girtin, her wiha rêz ji pirrengî û piralîbûna Sûriyeyê re were girtin.
Pêkanîna armancên şoreşê ne bi guhertina pergalê ye, lê divê xebateke cidî li ser avakirina pergaleke nû ku vîna tevahî Sûriyeyiyan nîşan bide, heye. Da ku mafên wan misoger bike û pransîbên edalet û demokrastiyê pêk werin. Siberoja ku Sûriyeyî maf dikin, ew siberoja xwe ku divê xwe bipsêre lihevkirina niştîmanî, rêz ji hêviyan re were girtin, azadî û rûmeta wan were misogerkirin."