Karwana berxwedêrên Firatê gihîşt Tişrînê
Karwaneke din a xelkê kantona Firatê, ji bo ku Bendava Tişrînê, pira Qereqozaqê û tevahî herêmê ji êrişan biparêze, gihîşt bendavê.
Bi sedan xelkê Kobanê vê sibehê berê xwe da Bendava Tişrînê ku tev li çalakiyên parastina bendavê li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bikin.
Beriya çend kêliyan konvoya gel gihîşt bendavê û ji hêla berxwedêrên li wir ve bi moraleke mezin hat pêşwazîkirin. Ji kantona Firatê ev konvoya 6‛an e ku berê xwe dide Bendava Tişrînê.
Ji 8’ê Çileyê ve, ji bo parastina bendavê, pira Qereqozaqê û tevahî herêmê ji êrişên dagirkeran, gelê Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kom bi kom berê xwe dide Bendava Tişrînê.
(fr)
ANHA