Heyva Sor a Kurd alîkariya xurekê li malbatan belav dike

Heyva Sor a Kurd 20 hezar koliyên xurekê li malbatên ku pêwîstiya wan bi alîkariyê heye belav bike.

Heyva Sor a Kurd alîkariya xurekê li malbatan belav dike
9 gulan, 2026   13:33
QAMIŞLO

Li gorî agahiyên me ji rêveberên Heyva Sor a Kurd wergirtine, li Rojavayê Kurdistanê kampanyaya alîkariyê daye destpêkirin. Kampanyayê 6’ê Gulanê dest pê kir. Dê 20 hezar kaliyên xurekê li malbatên ku pêwîstiya wan bi alîkariyê heye, bên belavkirin. 

4 tîmên Heyva Sor a Kurd alîkariyan belav dikin. Alîkarî li bajarên Hesekê, Qamişlo, Dêrik, Girgê Legê, Til Temir, Zirgan, Çilaxa, Rimêlan, Tirbespiyê, Dirbêsiyê tê belavkirin.

Beriya niha jî 15 hezar koliyên alîkariyê li gundên Kobanê yên hatibûn talankirin, hatibûn belavkirin.

Ev alîkarî beriya niha ji aliyê gelê Başûrê Kurdistanê û Heyva Sor a Kurdistanê ve hatibûn şandin û niha jî Heyva Sor a Kurd li gorî pêwîstiyên şêniyan belav dike.

(bî)

ANHA