Xelkê Helebê 2 gerîla bi bîr anîn, sersaxî da malbata şehîdekî

Şêniyên Helebê 2 gerîlayên li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûbûn bi bîr anîn û sersaxî da malbata şehîd Mihemed Elî. Şêniyan diyar kir ku ew heta pêkanîna azadî û serkeftinê li ser şopa şehîdan in.

9 kanûn, 2025   16:42
HELEB

Meclisa Malbatên Şehîdan a Helebê li Qada Şehîdan a taxa Şêxmeqsûdê ji bo 2 gerîlayên HPGˊê şehîd Yilmaz Dêrsim (Diyar Nasro) û Ciwan Çiyager (Semîr Zênkî) merasîma xiyabî li dar xist û sersaxî da malbata şehîd Mihemed Elî yê ku piştî îşkenceya 42 rojan bi destê çeteyên dagirkeriya Tirk şehîde bûye.

Yilmas Dêrsim di Hezîrana 2022ˊyan de û Ciwan Çiyager di Cotmeha 2024ˊan de li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûbûn.

Di merasîmê de gelê taxên Şêxmeqsûd-Eşrefiyê û koçberên Efrînê, nûnerên partiyên siyasî, saziyên sivîl û Hêzên Ewlekariya Hundirîn amade bûn.

Piştî deqeya rêzgirtinê, endama rêveber a Meclisa Şehîd Şîlan Ariyan Cûdî axivî. Ariyan diyar kir ku "bi fedakariya şehîdan dîroka rizgariyê û serdema vejînê tê nivîsandin."

Li aliyekî din jî endama rêveber a Hêzên Ewlekariya Hundirîn Nêrmîn Ebdo soza şopandina xeta parastina nasname û hebûnê da.

Dûre endamê Meclisa Şehîd Gelhat Mistefa Mihemed got, "Heta em dijîn em ê bi şehîdên xwe re dilsoz bin û dev ji doza xwe bernadin."

Piştî axaftinan wesîqeyên şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin û li strana şoreşgerî ya bi dengê şehîd Yilmaz hat guhdarkirin.

Şêniyan di dawiyê de girêdana xwe bi şehîdan û şopandina rêça wan anî ziman.

(fr)

ANHA