Jinana Çanda Satî nîqaş kir

Akademiya Jineolojî bi hevkariya Meclisa Jinan a Kongreya Îslama Demokratîk û Kombûna Jinan a Zenûbiya ya bajarê Reqayê panelek bi sernavê "Li dijî Çand Satî; Jin, Jiyan, Azadî" li dar xist.

Jinana Çanda Satî nîqaş kir
Jinana Çanda Satî nîqaş kir
Jinana Çanda Satî nîqaş kir
Jinana Çanda Satî nîqaş kir
Jinana Çanda Satî nîqaş kir
Jinana Çanda Satî nîqaş kir
Jinana Çanda Satî nîqaş kir
Jinana Çanda Satî nîqaş kir
Jinana Çanda Satî nîqaş kir
Jinana Çanda Satî nîqaş kir
Jinana Çanda Satî nîqaş kir
Jinana Çanda Satî nîqaş kir
Jinana Çanda Satî nîqaş kir
9 kanûn, 2025   17:38
REQA

Bi sernavê "Li dijî çanda Satî; Jin, Jiyan, Azadî" Akademiya Jineolojî bi hevkariya Meclisa Jinan a Kongreya Îslama Demokratîk û Kombûna Jinan a Zenûbiya xelekek nîqaşê li hola Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya bajarê Reqayê li dar xist.

Di xeleka nîqaşê de, endamên Akademiya Jineolojî û Meclisa Jinan a Kongreya Îslama Demokratîk a kantona Reqayê, endamên Kombûna Jinan a Zenûbiya yên ji kantonên Reqa, Tebqa û Dêrazorê, endamên ji nivîsgehên jinan ên meclisên bajêr amade bûn.

Xelek ji 5 rûniştinan pêk hat, di her rûniştinekê de dozek cuda ya girêdayî rewşa jinan û têkoşîna dijî çanda Satî hat nîqaşkirin.

ˋPÊŞKETINA NASNAMEYA JINÊ DI DÎROKÊ DEˊ

Di rûniştina yekemîn de endama Akademiya Jineolojî  Sîham Dawûd bi sernavê "4 çînên îdeolojiya rizgariya jinê" semînerek da.

Sîhamê bi du mijaran semîner bi rê ve bir, û bi van pirsan dest pê kir "Çima Rêber Abdullah Ocalan ev 4 çîn xistin rojeva xebatên me", "Bandora çandana li ser dîroka jinê çi ye?".

Sîham got, "Rêber Abdullah Ocalan 4 çînan pêşkêş dike ku pêşketina nasnameya jinan di dirêjahiya dîrokê de temsîl dike. Ya yekem, çanda xwedawend e, ku qonaxên herî kevin temsîl dike ku civak li dora jina dayik ava bûye. Wê demê jina dayik di parastin, rêxistin û avakirina klanê de roleke girîng lîstiye."

Têkildarî çanda jinên qesrê de jî, Sîham da zanîn ku "Ew qonaxek ji pîroziyê ber bi koletiyê ve ye. Di wê qonaxê de perestgehên ku karûbarên civakê ji hêla jinan ve dihatin birêvebirin veguherîn avahiyên ku di bin desthilatdariya mêr de bin, û pergala qesrê, harem û cewarî wekî berdewama vê veguherînê derket holê."

Di vê qonaxê de rola jinê sînordar bû, tenê xizmetî berjewendiyên siyasî û çînî dikir, li gel wê jî mînakên berxwedanê weke Nefertîtî û Sultana Sefiye derketin.

Der barê çanda Satî de, Sîham destnîşan kir ku "Rêber Abdullah Ocalan dibêje ku ew sembola asta herî bilind a tundiya li dijî jinan e. Piştî mirina hevjînê wê jinan neçar dike ku dawî li jiyana xwe bînin. Ev diyarde ne tenê girêdayî Hindistanê ye, lê modeleke sembolîk a zihiniyetekê ku ku hebûna jinan bi mêran ve girê dide."

Dûre sînevîzyonek li ser nirxandinên Rêber Abdullah Ocalan ên têkildarî 4 tebeqeyên çandî yên jinan hat pêşkêşkirin.

EL SATÎ

Di rûniştina duyemîn de endama Akademiya Jineolojî  Leman Şêxo mijara "Çanda Satî" şîrove kir. Lemanê diyar kir ku ev çand li Hindistanê di sedsala 4ˊan de dest pê kir, dena mêr dimrin jin jî pêra re dihat şewitandin, lê piştre li herêmên cuda yên cîhanê jî belav bû û di 1829ˊan de bi awayekî fermî hat qedexekirin.

Ligel bidawîbûna vê diyardeyê, Lemanê da zanîn ku hîna şopên wê di hişmendiya civakê de hene, li jina serbixwe bi awayekî neyînî tê nêrîn û li ser wê pîvanên taeta ji bo mêr tê ferzkirin û jiyana wê bi mirina mêr ve girêdayî ye.

Dûre sînevîzyonek li ser danasîna çanda Satî û bandorên wê yên dîrokî û civakî hat pêşkêşkirin. Piştî sînevîzyonê endama Meclisa Jinan a Kongreya Îslama Demokratîk Kînde Kenan rûniştina sêyemîn bi rê ve bir. Kînde li ser berdewama çanda Satî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê axivî û da zanîn ku "Rola eşîrê di civakê de di bingeh de pergala parastina civakî ye û jêdera zekaya civakî di heyama nebûna dewletê de ye, lê bi demê re hin şêweyên eşîran veguherî alava desthilat û çewisandinê, bi wê re azadiya ferd bi taybet a jin hat qeydkirin."

Kînde anî ziman ku çareseriya vê yekê ew e ku divê eşîre li cewhera xwe ya exlaqî û civakî vegere.

Di rûniştina çaremîn de mijara çareserkirina çanda Satî di çarçoveya pêşxistina çanda xwe û îdeolojiya rizgariya jinê de hat nîqaşkirin. Berdevka Akademiya Jineolojiya Zehrîban Hisên axivî û diyar kir ku avakirina jinana azad li ser sê hêmanên sereke ye; xweparastin, rêxistina serbixwe û xwezanîn.

Zehrîban destnîşan kir ku tecrûbeyên jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê weke YPJˊê û HPC-Jin îsbat kir ku jinan dikarin li dijî tundiyê tê bikoşin û di warên siyasî û civakî de xwe bi rêxistin bikin.

Rûniştin bi nîqaşên beşdaran bi dawî bû. Beşdaran da zanîn pêwîstî bi gavên cidî yên têkbirina vê çanda Satî heye.

Di 2ˊyê Kanûnê de, heman xelek li Qamişloyê di çarçoveya çalakiyên têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê de hatibû lidarxistin.

(fr)