Xelkê Dêrazorê: Em bi projeya Rêveberiya Xweser ve girêdayî ne

Bi diruşma′Girîngiya yekitiyê wek çekê û helwestekê li dijî dijminên gelên herêmê û projeyên wan ên demokratîk e′ MSD′ê li hola Meclisa Herêma Rojava ya bajarokê Kîsra yê rojavayê Dêrazorê panelek li dar xist.

Xelkê Dêrazorê: Em bi projeya Rêveberiya Xweser ve girêdayî ne
Xelkê Dêrazorê: Em bi projeya Rêveberiya Xweser ve girêdayî ne
Xelkê Dêrazorê: Em bi projeya Rêveberiya Xweser ve girêdayî ne
Xelkê Dêrazorê: Em bi projeya Rêveberiya Xweser ve girêdayî ne
Xelkê Dêrazorê: Em bi projeya Rêveberiya Xweser ve girêdayî ne
Xelkê Dêrazorê: Em bi projeya Rêveberiya Xweser ve girêdayî ne
Xelkê Dêrazorê: Em bi projeya Rêveberiya Xweser ve girêdayî ne
Xelkê Dêrazorê: Em bi projeya Rêveberiya Xweser ve girêdayî ne
Xelkê Dêrazorê: Em bi projeya Rêveberiya Xweser ve girêdayî ne
19 kanûn, 2023   18:40
DÊRAZOR

Di panelê de gelek nûnerên Meclisa Herêma Rojava, partiyên siyasî, nûnerên jin û gelek rûspiyên eşîran beşdar bûn.

Endamê Nivîsgeha Têkiliyan a Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) a Dêrazorê Enes El Merfoi di panelê de li ser girîngiya hevgirtinê di navbera pêkhateyên Bakur û rojhilatê Sûriyeyê de axivî û got: "Gelê Dêrazorê li dijî van komployên li dijî projeya Rêveberiya Xweser ku gel û pêkhateyên herêmê kir yek bû mertal û mafên her kesî daye û hişt xelkê herêmê xwe bi xwe bi rê ve bibe. Projeya Rêveberiya Xweser projeya girîng e, ji ber ku çanda demokratîk û pirreng belav kir."

El Merfoi wiha domand: "Gelên herêmê û xelkê Dêrazorê dema di bûyerên dawîn re derbas bûn, hevgirtina xwe bi projeya Rêveberiya Xweser re îsbat kir, ji ber ku êdî bûn belgeyek li dijî komployên dewleta Tirk.  Komploya dawîn an jî bûyerên dawîn li Dêrazorê parçeyek ji komployên Tirkiyeyê li dijî herêmê û parçeyek ji şerê wê yê taybet û derûnî li dijî gelên herêmê ye."

El Merfoi diyar kir ku projeya Rêverberiya Xweser bi rêya destkeftiyên pêk anîne, ji projeya herî baş li herêmê ye û got lidarxistina mîna van panelan nêrînên nêzî hev dike û valahiya di navbera gel û rêveberiyê de dadigire.

Civîn bi nîqaşan dewam kir.

(fr)

ANHA