Koordînasyona Jin a Tebqayê civîna xwe ya salê li dar xist

Koordînasyona Jin a Meclisa Rêveber a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Kantona Tebqayê civîna xwe ya salê li dar xist. Di civînê de hate gotin ew di pêkanîna azadî û gihandina civakeke ekolojîk-exlaqî de dewam dikin.

19 kanûn, 2023   18:22
TEBQA

Di civînê de nûnerên komîte, nivîsgeh, nûnerên komîteyên çandê, hundirîn û komîteya enerjî û çavdêriyê, Nivîsgeha Jin a Meclisa Malbatên Şehîdan beşdar bûn.

Civîn bixêrhatina beşdaran ji hêla Hevseroka Meclisa Rêveber Hind El Elî ve hate destpêkirin.

Cîgira Meclisa Rêveber a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk Sewre El Sehel ve perspektîfên Rêber Abdullah Ocalan ve hate xwendin û wiha hate gotin: "Rêveçûna jina azad hîna ya herî rewa ye û divê li bandora wê ya li ser jiyan û aştiyê bê nêrîn. Jina azad ji bo min bê hempa ye û jinên azad dikarin biryarên xwe bi xwe bidin. Fikirandina di vê yekê de mijareke coşê di mirov de çêdike."

Dûre serokatiya Komîteya Jin a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Kantona Tebqayê Welaa El Nacî rewşa siyasî xwend û di raporê de îşaret bi rewşa Rêber Abdullah Ocalan hate kirin û hate gotin fikrên Rêber Abdullah Ocalan li tevahî cîhanê belav bûne, pêngava ′Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî ′ di pêvajoyên herî pêş de ye.

Civîn li pêş dezgehên ragihandinê girtî dewam kir û bi encamnameyan bi dawî bû. Ji wan encamnameyan; hewldanên ji bo pêkanîna qanûna malbatê, zêdekirina perwerdeyên fikrî ji bo jinan, komîteyên jin û komîn serdana malên Tebqa û gundewarên wê bikin, bernameyek ji bo zêdebûna tevlêbûna li nava Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin were danîn, girîgîdayna bernameya piştgiriya pêngava cîhanê ya ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan, komxebatek li ser rewşa Rêber Abdullah Ocalan û jin, ragihandin û jin were lidarxistin.

(fr)

ANHA