Hêrsa li dijî proseya tayînkirinan zêde dibe

Şênî, meclis, saziyên civaka sivîl û partiyên siyasî diyar kir ku tayînkirinên nûnerên Parlamentoya Sûriyeyê (Meclisa Gel) ne rewa ne û nûnertiya vîna pêkhateyan nake.

Hêrsa li dijî proseya tayînkirinan zêde dibe
Hêrsa li dijî proseya tayînkirinan zêde dibe
Hêrsa li dijî proseya tayînkirinan zêde dibe
Hêrsa li dijî proseya tayînkirinan zêde dibe
Hêrsa li dijî proseya tayînkirinan zêde dibe
Hêrsa li dijî proseya tayînkirinan zêde dibe
Hêrsa li dijî proseya tayînkirinan zêde dibe
Hêrsa li dijî proseya tayînkirinan zêde dibe
Hêrsa li dijî proseya tayînkirinan zêde dibe
25 gulan, 2026   16:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Şênî, meclisên xwecihî, saziyên civaka sivîl û Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) li bajarên Til Temir, Dirbêsiyê û Kobanê proseya tayînkirinên nûnerên Hesekê, Qamişlo û Kobanê yên Parlamentoyê (Meclisa Gel) şermezar kir. Rêxistina Ciwanên Xiristiyan, Suryan ên Asûr jî bi heman armancê daxuyanî da û nerazîbûna xwe nîşan da.

Li bajarê Hesekê hevseroka Nivîsgeha PYD‘ê ya bajarê Hesekê Fatme Hesen, li bajarê Til Temirê endama Rêveber a Meclisa Jinan a PYD‘ê Boza Salih, li Dirbêsiyê jî hevseroka Nivîsgeha PYD‘ê ya Dirbêsiyê Dîlber Şemo daxuyanî xwend.

Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Kobanê jî daxuyanî dan. Endama meclisê Emel El Ferêc daxuyanî xwend. Daxuyaniya şêniyan jî ji aliê Mihemed Derwîş û Sarya Şêxo ve hat xwendin.

Di daxuyaniyan de tayînkirina endamên parlamentoyê hat redkirin û hate diyarkirin ku ev tayînkirin dûrî pransîbên edalet, wekhevî û demokrasiyê ne.

Her wiha hate gotin ku proseya tayînkirinan ne qanûnî bû û ne şefaf, nûnertiya rasteqîn a vîna gelê azad nekir û beşdariya hemû aliyan mîsoger nake.

Di daxuyaniyan de îşaret pê hat kirin ku ev prose ne li ser lihevkirineke nîştimanî yan jî pêvajoyeke siyasî ya adilane pêk hatin û hêviyên welatiyan û mafên wan ên rewa nîşan nadin.

Bi berdewamî hate desntîşankirin ku di tayînkirinan de rola jinan weke tevkareke bingehîn di avakirina civakê de hat paşguhkirin, beş û hêzên siyasî û civakî jî hatin dûrxistin, lew ra ev xebat binpêkirina rêgezên demokrasî, tevkariya nîştimanî ye û dibe sedema kûrbûna parçebûnê bû avakirina bêbaweriyê.

Di daxuyaniyan de hate gotin, kesên beşdarî xebatên tayînkirinan bûne, nûnertiya vîna gelê Kurd nakin û mafên wê yên siyasî û çandî naparêzin. Hate diyarkirin ku divê nûnertiya rasteqîn xwe bispêre îradeya azad a gel, ne ku li gorî siyasetên teng werin ferzkirin.

Di daxuyaniyan her wiha îşaret pê hat kirin ku berdewama paşguhkirina Kurdan û mafên wan ên rewa xetereyê li ser siberoja Sûriyeyê û yekparbûna wê dike. Hat destnîşankirin ku hişmendiya dûrxistinê hîna biryara siyasî bi rê ve dibe.

Di daxuyaniyan de hate diyarkirin ku tayînkirin nûnertiyeke rasteqîn neda pêkhateyên Ermen, Suryan, Çerkes, Tirkmen, Asur û Kurd û nûnertiya wan nake.

Di daxuyaniyan de bang li hikumeta demkî hat kirin ku tavilê tayînkirinan li ber çavan bigirin û mafên hemû pêkhateyan mîsoger bike. Hate gotin, Sûriyeya nû ya demokratîk bi beşdariya hemû pêkhateyên wê û pirrengiya wê ava dibe.

(bb)

Til Temir:

Kobanê:

Dirbêsiyê:

Hesekê: