Xelkê Aliyan: Komploya Navneteweyî têk çû

Xelkê Çilaxayê anî ziman ku Rêber Abdullah Ocalan di hemû şert û mercan de ji bo çareserkirina pirsgirêkên gelan têdikoşe û bang kir ku Rêbertî fîzîkî azad bibe.    

Xelkê Aliyan: Komploya Navneteweyî têk çû
12 cotmeh, 2026   07:40
QAMIŞLO
BESNA ŞEMO

Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan li tevahiya bajarên herêma Cizîrê û Kobanê bi xwepêşandan û çalakiyan hat şermezarkirin.

Şêniyên gundên Aliyan a gundewarên Çilaxayê jî 9`ê Cotmehê nirxandin û helwestê xwe diyar kir.

Fadiya Ehmed got: "Di kesayeta Rêber Apo de xwestin dawî li pirsgirêka Kurd bînin û êdî gelê Kurd nema daxwaza mafên xwe yên neteweyî û siyasî bike. Her wiha projeya Rêbertî ya demokrasî, azadiya gelan û jiyana hevbeş ya herêmê, qebûlnakin."

Ji bo têkoşîna Rêbertî li Îmraliyê got: "Li Îmraliyê bi salan zext li Rêbertî kirin û ew xistibûn tecrîdê lê wî Îmralî kir navenda fikirandine û destbi projeya neteweya demokratîk kir. Gelê Kurd jî hêz ji berxwedaniya Rêber Apo girt."

Mehdî Berces jî got: "Rêber Abdullah Ocalan û gelê Kurd bi têkoşîn û berxwedana xwe Komploya Navneteweyî têk bir. Rêbertî di girtîgehê de bi salan têkoşîna xwe ya ji pirsgirêka Kurd dewam dike û daxwaza çareseriya siyasî dike."

Ferhan Ferho anî ziman ku Rêber Apo dengê gelê Kurd gihand tevahiya cîhanê û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Rêbertî ji ber pirsgirêkên gelan çareser dike û li hemberî hêzên dagirker û desthilatdar têdikoşe wî hedef digirin. Niha jî Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk firseteke mezine û divê were nirxandin, destpêke Rêbertî fîzîkî azad bibe û qanûnî mafên gelê Kurd were dayîn."

(np)

ANHA