Xelkê 3 bajarên Cizîrê berxwedêrên Tişrînê bi coş pêşwazî kirin

xelkê bajarên Çilaxa, Girkê Legê û Dêrikê yên kantona Cizîrê berxwedêrên ji Bendava Tişrînê vegerîne, bi coşeke mezin pêşwazî kirin.

Xelkê 3 bajarên Cizîrê berxwedêrên Tişrînê bi coş pêşwazî kirin
9 adar, 2025   00:05
QAMIŞLO

Şêniyên bajarên Girkê Legê, Çilaxa û Dêrikê yên kantona Cizîrê, ji bo tev li çalakiyên şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî bendava Tirşînê bibin, di 3’yê Adarê de berê xwe dabû bendavê.

Îro, piştî çend ji rojan ji berxwedana li bendavê vegerîn û li şûna wan karwana ji xelkê bajarên Tirbespiyê, Til Hemîs, Amûdê û Qamişlo çalakiya berxwedanê dewr girt.

Bi sedan xelkê van bajaran li pêşwaziya berxwedêran bû û bi tilîlî û silavkirina berxwedanê, ew pêşwazî kirin.

Ji 8’ê Çileyê ve gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê li Bendava Tişrînê di nobedariyê de ye.

(fr)

Çil axa