Sûriye dê bi HTŞ'ê re bibe çaleke dojehê - Rauf KARAKOÇAN

Sûriye dê bi HTŞ'ê re bibe çaleke dojehê - Rauf KARAKOÇAN
9 adar, 2025   08:17

Heyet Tehrîr El Şam (HTŞ) duh terorîst bû lê îro kirine rêxistineke ‘meqbûl’. Ji roja ku li Sûriyeyê bû desthilatdar û pê ve kiryarên wê ji aliyê her kesî ve têne zanîn. Dema mirov li pratîka wê ya heta niha dinêre, mirov rêgeha ya ji niha û paşde jî fehm dike. Lê dîsa jî divê mirov li ber çavan bigire û li serê bifikire.

HTŞ’ê kirasên xwe guherandin û ji rêbazên wê ji bo niyet û armancên xwe jî diyar dibe ku ew di Sûriyeya nû de ji bilî xwe kesî nas nakin. Aqilê serdest ku Sûriye li ser tepsiya zêrîn radestî HTŞ'ê kir, niha jî bi rêya HTŞ'ê dest bi lîstina bi taybetmendiyên civaka Sûriyeyê kiriye. Heke mirov karesatên ji ber paşguhkirina sosyoloji, civak û çanda (tevî cudahiyên olî û etnîk) Sûriyeyê bi aqilê xwe nebîne, ev dê bibe korîtiyeke siyasî. Ji bo ku komkujiya elewiyan jî ji aliyê biyolojîk ve nebîne, êdî divê mirov yekser kor be yan jî miyop be.

Ma normal e ku HTŞ hikumeteke demkî ava dike, rayedaran tayîn dike, komîsyona destûrê ava dike, hêzên ewlekariyê ava bike lê di van hemû biryarên pêwîst de kesî tev lê nake? Li ser kîjan bingehê û li gorî kê hatiye diyarkirin ku ew koma cîhadîst a li Idlibê li ser kursiyên rêveberiyê yên li Şamê wek hikumeta demkî rûne? Ma ne divê bersivên gelek pirsên din ên mîna van bên dayîn?

Bi taybetî jî di demên dawîn de êriş, îşkence, heqaret, înfaz û komkujiyên li hemberî elewiyan, êdî bûne kiryarên kerêh. Komkujiya li ser elewiyan a li Sûriyeyê trajediyeke nû ya civakî ye, qirkirin e, hewldana jiholêrakirina hebûna baweriyekê ye.

Ya balkêş jî ew e ku li hundir û derveyî Sûriyeyê li hember van provayên qirkirinê reflekseke mirovî dernakeve. Tişta balkêştir jî; heta saziyên ku di peymanên mafên mirovan a navneteweyî de xwedî berpirsiyarî jî, xwe ji bertekên li hemberî van komkujiyan dûr xistiye.

Dehbeyên cîhadîst ên bi por û rihên wan tevlihevbûyî, xwe berî nav taxên elewiyan didin, bi çekên otomatîk mirovan dikujin û ketober guleyan lê direşînin. Vê jî duweşînin, heçku dixwazin bixin çavê mirovahiyê. Kiryarên keyfî û her cure hovîtiyê yên li dijî mirovahiyê bê hesab in. Mixabin kesek jî lê napirse.

Helbet, kiryarên HTŞ'ê yên heta niha fikrekê didin me. Ne zehmet be ku mirov texmîn bike bê ka li Sûriyeyê dê rewş çawa be. Li Rojhilata Navîn di hin guhertinên desthilatdariyê de rêyek heye. Di rêxistinên cîhadîst-selefî de jî bi heman rengî ye. Heta ku ew bi temamî xwe ewledar bikin, maska 'xwebînî', 'mirovperwer' û heta ya 'demokrat' didin ber rûyê xwe.

Dema çeteyên cîhadîst ên DAIŞ'ê ewilî ketin nava Şengalê, bi dayîna sozên gelekî baş re nêzîkatiyeke bêguneh nîşanî êzidiyan dan, bi mirovane xuya kirin û rehm nîşan dan. Ji gel re gotin netirsin û gotin hatine wan biparêzin. Bi heman hestan ketibûn gundê Koço, aliyên xwe yên cenewar veşartibûn û gel îqna kiribûn lê di fermanê de derba herî giran jî li wan dabûn. Piştî ku bi temamî kontrol kiribûn û hêzên wan bi cih bûbûn jî, dest bi êrişê kiribûn. Gelê gund ku bi van sozan hatibû xapandin, bê tedbîr mabûn. Dûre jî wan dehbeyên reşpoş dest bi komkujiyê kiribû ku êdî yên ji wê wêdetir mirov nikare terîf bike. Mêr bi temamî hatibûn qetilkirin û di gorên komî de çal kiribûn. Jin jî biribûn bazarên koleyan da ku bifiroşin.

Taktîkên bi heman rengî di asta dewletan de jî hatine bikaranîn. Şoreşa îslamî ya Îranê jî di destpêkê de bi gotineke 'şoreşger û demokrat' alîgir xw destek peyda kirin. Paşê jî şoreşê dest bi xwarina zarokên xwe kiribû û Kurd û komunîst çewisandin, dûre jî her tişt anî serê wan.

Partiyên Baas ên Sûriye û Iraqê jî bi heman lîstikan piştgirî wergirtin. Piştre, her ku bi hêz bûn û xwe ewledar kirin, her tişt dan ber xwe û eciqandin. Tirk jî dema ketin Anatolyayê, dema netewedewleta Tirk ava kir, di serî de destek ji Kurdan girt lê dûre dest bi înkar û îmhayê kir. Kurd ev 40 sal e têkoşîna hebûnê didin û wek gel xwe îspat dikin. Bi kurtasî mînakên bi vî rengî di dîrokê de gelek in.

Pratîk û taktîkên HTŞ'ê yên niha, dişibin yên berê. Yên ku li Şamê rê li ber desthilatdariya HTŞ'ê vekir, ji bo berjewendiyên xwe yên demdirêj ên li Sûriyeyê, pêşî li HTŞ’ê vekiriye. Celadên cîhadîst wek mirovên 'pêbawer' dibînin û çavê xwe li komkujiyan digirin.

HTŞ, mîna şevê ku hêdî hêdî rojê dadiqurtîne, dê mîna tarîtiyekê Sûriyeyê daqurtîne. Hemû kesên ne ji xwe, bi taybetî jî elewiyan, dê bi temamî bixwe nava tarîtiyê û dê Sûriyeyê bike çaleke dojehê.

Yên ku dixwazin li dijî tarîtiya ku HTŞ dixwaze biafirîne, bibin ronahî, qet nebe yên vê yekê îdia dikin, divê li dijî lîstikên tên lîstin û zilma tê kirin dengê xwe bilindtir bikin. Heke ji ber berjewendiyên siyasî tiştekî ji HTŞ'ê re nabêjin, wateya vê ev e ku ew jî şîrikên vê tarîtiyê ne.