Xebatên amadekirina stasyoneke ava vexwarinê li Dêrazorê

Stasyona avê ya El Qela ku Şaredariya Şafeyê hewl dide li gorî plansaziya 2024`an sererast bike, ji 20 hezar kesî re avê peyda dike. Şaredarî bi vê gavê dixwaze binesaziya herêmê pêş bixe û avê bi domdarî ji şêniyan re peyda bike.

Xebatên amadekirina stasyoneke ava vexwarinê li Dêrazorê
Xebatên amadekirina stasyoneke ava vexwarinê li Dêrazorê
Xebatên amadekirina stasyoneke ava vexwarinê li Dêrazorê
Xebatên amadekirina stasyoneke ava vexwarinê li Dêrazorê
Xebatên amadekirina stasyoneke ava vexwarinê li Dêrazorê
24 hezîran 2024   05:17
DÊRAZOR

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantona Dêrazorê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 2023`yan dest bi avakirina stasyona El Qela li bajarokê El Şefa yê rojhilatê Dêrazorê kir. Rêveberiyê ji projeyê armanc dike ku ava vexwarinê ji 20 hezar kesî re li taxên Xasîm, Hesiye, Qela û Rek peyda bike. 

Di stasyonê de 2 ode ji bo karkeran, hewzek ji bo avê û 2 hilmij hatine avakirin. Jê toreyek bi dirêjahiya hezar û 500 metre şax dibe. Dûre bi toreke şaxî re tê girêdan da ku av li ser taxan bê belavkirin.

Bi awayekî demkî stasyon hatiye xebitandin. Di her saetekê de 160 metrekab av berdide.

Şaredariya Şefayê li gorî plansaziya 2024`an, hewl dide stasyona El Qelayê bi temamî bixebitîne ji bo ku ava vexwarinê ji şêniyan re peyda bike.

Şaredariya Şefayê niha hewl dide ku depoyên din û parzûnkn din li stasyonê bi cih bike.

Li gorî berpirsên vê xebatê, lêçûna amadekirina stasyonê 104 hezar û 250 dolar e.

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantona Dêrazorê hewl dide encamnameya Kongreya Xurtkirina Ewlehiyê yak u 22`yê Cotmeha 2023`yan li dar ketiye, bi cih bîne. Di wê kongreyê de, nûnerên tevahî beşên civaka Dêrazorê, berpirsên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bkaur û Rojhilatê Sûriyeyê hazir bûn.

(şx)

ANHA