`Tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan sûcekî hovane ye`

Şêniyên bajarê Şedadê tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan wek sûcekî hovane dûrî mirovahiyê bi nav kir û destnîşan kir ku gelên herêmê, vê tecrîdê şermezar dikin.

`Tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan sûcekî hovane ye`
24 hezîran, 2024   03:06
HESEKÊ

Şêniyên bajarê Şedadê yê kantona Cizîrê gotin ji bo ku tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan bi dawî bibe û azadiya fîzîkî ya wî bi dest keve, divê têkoşînê mezin bikin.

Şêniyê bi navê Mihemed El Xelîf got: "Tişta desthilata Tirk bi serê Rêberê mirovahiyê dike, em red dikin. Gelên herêmê tev da vê tecrîdê şermezar dikin."

El Xelîf wiha domand: "Em dixwazin ji Meclisa Ewlehiyê û rêxistinên mafên mirovan re bêjn, tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan bi dawî bikin."

Şêniyê bi navê Casim El Xidêr jî tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan, wek sûcekî hovane ku dûrî mirovahiyê ye bi nav kir û wiha axivî: "Ji zêdetirî 3 salan ve, li Rêber Abdullah Ocalan tecrîdeke mutleq hatiye ferzkirin. Rêxstinên mirovî û hiqûqî jî li hember wê tecrîdê bê deng in."

Şêniyê bi navê Fehid El Xidêr destnîşan kir ku ramanên Rêber Abdullah Ocalan her kesî ji koletiyê û zordestiyê xilas dikin û got: "Gelên herêmê li ser rêya wî dimeşin û dê dev ji berxwedana li hember dewleta Tirk a faşîst bernedin."

Ji bo ku hevdîtinê bi Rêber Abdullah Ocalan re bikin, her hefteyê parêzerên nivîsgeha serdemê ya hiqûqî û malbata Rêber Abdullah Ocalan, daxwazname ji nivîsgeha dozgerê giştî yê bajarê Bursa yê Tirkiyeyê û gerînendetiya girtîgeha Îmraliyê re pêşkêş dikin. Yanî di her mehekê de 16 daxwaznameyên hevdîtinê pêşkêş dikin lê heta niha ev daxwazname bê bersiv in.

Herî dawîn parêzerê Rêber Abdullah Ocalan Rêzan Sarica û Newroz Oysal 7`ê Tebaxa 2019`an karîbûn bi Rêber Abdullah Ocalan hevdîtinê bikin. Her wiha 25`ê Adara 2021`an jî bi rêya telefonê tenê 5 deqe bi birayê xwe Mehmet Ocalan re axivî bû.

(şx)

ANHA