Xameneyî:Em teslîm nabin

Rêberê Olî yê Îranê Elî Xameneyî bersiva banga serokê Emerîka ya ‘Bê şert û merc teslîm bibe’ da û got; “Divê Emerîkî bizanin ku her destwerdanek leşkerî, wê ziyanek bêdawî bide Îran û herêmê. Gelê Îranê ti carî teslîmê aştiyek ku li ser wan hatiye ferzkirin nabin”

Xameneyî:Em teslîm nabin
18 hezîran, 2025   15:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Şerê Îsraîl-Îranê ku di 13 mehê de bi êrişa Îsraîlê destpê kir di roja xwe ya 6’an de dewam dike. Rêberê Olî yê Îranê Elî Xameneyî di axaftina xwe ya bi dîmen ya ji bo gel de, Emerîkayê kir hedef.

Elî Xameneyî bi taybet balkêşa ser daxuyaniya dawî ya Trump ya di got; “Divê Îran bê şert û merc teslîm bibe” û gotinên “Em dizanin Xamineyî li ku ye, lê emê niha wî nekujin.”

Xameneyî wiha got; “Mirovên aqil yên ku Îran û dîroka wê dizanin, bi zimanê gefê li dijî vî miletî na axivin. Gelê Îranê teslîm nabe.”

Elî Xameneyî balkêşa ser berteka gel ya dijî êrişên Îsraîlê jî û got; “Berteka aram, bi wêrek û di dema xwede ya gelê Îranê, nîşana hêza netewiye. Çawa ku gelê Îranê dijî şerê ku li ser wan hatiye ferzkirin li ber xweda, ewê ti carî teslîmê aştiyek ku li ser wan hatiye ferzkirin jî nebin.”

Rêberî Olî yê Îranê got ku destwerdanek ya Emerîkayê wê bibe sedema karesatê û got; “Divê Emerîkî bizanin ku her destwerdanek leşkerî, wê ziyanek bêdawî bide Îran û herêmê.”