Kongra Star şehîd Sema Yuce bi bîr anî

Kongra Star bi boneya salvegera 27`an şehadeta Sema Yuce destnîşan kir ku têkoşîna wê di dilê bi hezaran jinan de ku li ser şopa wê dimeşin, dewam dike.

Kongra Star şehîd Sema Yuce bi bîr anî
18 hezîran, 2025   15:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Kongra Star a Lubnanê bi boneya salvegera 27`an şehadeta Sema Yuce daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Şehîd Sema Yuce bû mînaka vîna azad û lehengiya şoreşgerî. Di êvara Newroza 1998'an de dema ku bedena xwe li zindana Çanakkaleyê da ber agir, pîvanên herî bilind ên berxwedanê nîşan dan.”

Di daxuyaniyê de şehîd Sema Yuce wek “sembola jinên berxwedêr” hat binavkirin ku “li hemberî rejîma mêtinger a baviksalarî li ber xwe da û li kêleka hevrêyên xwe yên Tevgera Azadiya Jinên Kurd di têkoşîna azadiya jinan û civakê de cih girt”.

Kongra Star di daxuyaniya xwe de soza "bilindkirina ala têkoşîna azadiya jinan” da.

Sema Yuce di sala 1971’an de li bajarê Agirî ji dayik bûye, di 21'ê Adara 1998'an de ji bo şermezarkirina polîtîkayên zext û çewisandinê, li zindana bajarê Çanakkale yê Tirkiyeyê bedena xwe da ber agir û di 17'ê Hezîrana heman salê de piştî ku desthilata Tirk nehişt were dermankirin, şehîd bû.

(k)