Wezîrê Tirk pirsên têkildarî girtina ava Firatê nebersivandin

Li Şamê di navbera wezîrê çandiniyê û daristanan ê dewleta Tirk û wezîrê çandiniyê yê hikumeta veguhêz a Sûriyeyê de civînek hat lidarxistin. Di civînê de çend caran ji wezîrê Tirk pirsa têkildarî girtina ava çemê Firatê hate kirin lê wezîr ew pirs nebersivandin.

Wezîrê Tirk pirsên têkildarî girtina ava Firatê nebersivandin
15 îlon, 2025   12:12
ŞAM

Duh li Şamê di navbera wezîrê çandinî û daristanan ê Tirkiyeyê Îbrahîm Yumakli û wezîrê çandiniyê yê hikumeta veguhêz a Sûriyeyê Emced Bedir de bi navê “Peymana Hevkariya Çandiniyê” civînek hate lidarxistin.

Li gorî çavkaniyên taybet ji ajansa me re ragihandin, wezîrê Tirk 3 caran ji pirsên têkildarî girtina ava çemê Firatê reviyaye. Li gorî peymanên heyî divê Tirkiye di saniyeyê de 500 metrekab avê ji Sûriyeyê re berde. Lê niha ava Firatê bi rêjeyeke mezin ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye girtin.

Wezîr Îbrahîm Yumakli li şûna bersiva pirsan bide, behsa metirsiyên dewleta Tirk ên ji Durziyan û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir.

Dewleta Tirk a dagirker ava çemên Firat û Dîcle û çemên din ên ji Tirkiyeyê têne Sûriyeyê kêm kiriye. Hejmarek mezin çem bi temamî ziwa bûne. Her wiha ava stasyona Elok ji sala 2019’an ve li ser zêdetirî milyonek û nîv xelkê Hesekê û Til Temir biriye.

Dewleta Tirk bi vê yekê zagonên navneteweyî binpê dike û para Sûriye û Iraqê ya ji ava çeman di bendavan de depo dike. Wê avê di demsala çandiniyê de bi kar tîne.

Li gorî peymanên di navbera Tirkiye û Sûriyeyê de divê di saniyeyê de 500 metrekab av di çemê Firatê re ji Sûriyeyê re were berdan.

Dewleta Tirk bi qutkirina ava çeman ji ser Sûriyeyê zirareke mezin daye qada çandiniyê ku jêdera sereke ya jiyana bi milyonan xelkên Sûriyeyê ye. Niha jî hikumeta veguhêz a Sûriyeyê bi navê “Piştgiriya çandiniyê li Sûriyeyê” de civînan bi wan re li dar dixe.

Di vê demê de rêjeya ava Bendava Firatê rojane 2 santîmetre kêm dibe. Ev ji ber girtina ava Çemê Firatê ji aliyê Tirkiyeyê ve pêk hatiye. Li gorî pisporan ev kêmbûyîn zirarê li bendavê dike.

(dc)

ANHA