Wezîrê Karên Derve yê Iraqê gihîşt Şamê

Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Fuad Husên bo serdaneke fermî gihîşt paytexta Sûriyeyê Şamê.

Wezîrê Karên Derve yê Iraqê gihîşt Şamê
29 hezîran, 2026   12:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Karên Derve ya Iraqê di daxuyaniyekê de ragihand ku Wezîrê Karên Derve Fuad Husên li ser vexwendina Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Esed El Şeybanî bo serdaneke fermî gihîşt Sûriyeyê.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku wezîr dê hevdîtinan bi rayedarên Sûriyeyê re bike da ku li ser rêyên xurtkirina têkiliyên her du welatan û pêşxistina hevkariya hevbeş di warên siyasî, ewlehî, aborî û bazirganiyê de, gotûbêj bikin.

(k)