Wezîrê Karên Derve yê Îranê serdana Iraqê dike

Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Iraqçi wê hefteya bê serdana Iraqê bike.

Wezîrê Karên Derve yê Îranê serdana Iraqê dike
4 kanûn, 2024   12:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Medyaya Iraqê ragihand wê hefteya bê Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Iraqçi bi serdane fermî bê Bexdayê û li gel rayedarên Iraqê bicive.

Hat diyarkirin ku wê naveroka hevdîtinan li ser rewşa dawî ya Suriyeyê, badora wê ya li ser ewlehiya herêmê û çend mijarek din be.