Di êrişa DAIŞˈê de endamekî Partiya Sûriyeya Pêşerojê şehîd bû

Hevserokê Meclisa Giştî ya Ciwanan a Partiya Sûriyeya Pêşeorojê ya Dêrazorê Mihemed Hesen El Semîr di êrişeke çeteyên DAIŞˈê de şehîd bû.

Di êrişa DAIŞˈê de endamekî Partiya Sûriyeya Pêşerojê şehîd bû
4 kanûn, 2024   12:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Giştî ya Ciwanan a Meclisa Partiya Sûriyeya Pêşerojê bi daxuyaniyekê ragihand ku hevserokê Meclisa Ciwanan a Meclisa Partiya Sûriyeya Pêşerojê ya Dêrazorê Mihemed Hesen El Semîr di êrişeke çeteyên DAIŞˈê de şehîd bûye.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Em Meclisa Giştî ya Ciwanan a Partiya Sûriyeya Pêşerojê radigihînin ku hevreyê me yê têkoşer hevserokê Meclisa Ciwanan a Kantona Dêrazorê Mihemed Hesen El Semîr di êrişa DAIŞˈê de gihaşt şehadetê.”

Di daxuyaniyê de îşaret bi êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê hat kirin û wiha hat domandin: "Dewleta Tirk a faşîst bi rêya DAIŞ û çeteyên girêdayî xwe êrişî kantonên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike. Bi van êrişan dixwaze ewlehiya herêmê têk bibe û bi hemû rê û rêbazan hewl dide qada dagirkeriya xwe ya li Sûriyeyê berfireh bike, pêkhateyên wê tune bike û demografiya wê biguherîne."

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku ciwanên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li hemberî êrişan rêya berxwedanê hilbijartine, mîsyona parastinê girtine ser xwe û xeta şehîdên azadiyê didomînin.

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin: "Ji ber baweriya me ya bi doza me û doza gelên serhildêrên ji bo azadiyê, ji bingeha şerê gel ê şoreşgerê em ê bi biryardarî, bi hêz û îrade li hemberî dagirkerên Tirk û kesên hewl didin ewlehiya herêmê me têk bibin bi hevalên xwe yên QSDˈê re bisekinin. Em dibêjin hûn çi bikin jî hûn nikarin îradeya ciwanên serhildêrên ji bo azadiyê bişkînin. Em soz didin tevahî şehîdên xwe û şehîd Mihemed Hesen El Semîr ku em ê heya serketinê meşa wan bidomînin. An serkeftin an serkeftin. Dilovanî ji şehîdên azadiyê re, şîfa ji birîndarên mirovahiyê re û azadî ji girtiyên me re."

Agahiyên der bare nasnameya şehîd de wiha ne:

Nav û paşnav: Mihemed El Semîr
Navê dayikê: Sukera El Mihêmîd
Navê bav: Hesen
Cih û dîroka jidayikbûnê: El Cirdî, 01.01.1996
Cih û dîroka şehadetê: Dêrazor, 03.12.2024

(bb)

ANHA