Dewleta Tirk êrişî Dihokê kir: 1 şehîd, 2 birîndar

Dewleta Tirk a dagirker sînorê gundê Hirûr ê ser bi parêzgeha Dihokê topbaran kir. Di encama êrişa artêşa Tirk a dagirker welatiyek şehîd bû û 2 welatî jî birîndar bûn.

Dewleta Tirk êrişî Dihokê kir: 1 şehîd, 2 birîndar
4 kanûn, 2024   13:03
NAVNDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya Rojnewsê, beriya demek kurt dewleta Tirk a dagirker gundê Hirûr ê li navçeya Berwarî Bala yê ser bi parêzgeha Dihokê ve topbaran kir.

Li gorî agahiyan, sê niştecihên ji gundê Qumrî ku çûbûn çiyayê pişt gundê Hirûr bûn hedefa êrişa dewleta Tirk a dagirker.

Hate zanîn di encama topbarana artêşa Tirk a dagirker de, welatiyê bi navê Sebah Ebdulstar (45) şehîd bû û du welatiyên din jî birîndar bûn.

Der barê nasnameya birîndaran de agahiyek zelal nehate bidestxistin.