Wezîra Karên Derve ya Almanyayê têkildarî çeteyên DAIŞ’ê hişyarî da 

Wezîra Karên Derve ya Almanyayê Annalena Baerbock, piştî hişyariya QSD’ê ya derbarê çeteyên DAIŞ’ê de, diyar kir ku divê destûr neyê dayîn ku çete careke din bikevin nava liv û tevgerê.

Wezîra Karên Derve ya Almanyayê têkildarî çeteyên DAIŞ’ê hişyarî da 
15 kanûn, 2024   13:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya rojnameya Arti Gerçek, Wezîra Karên Derve ya Almanyayê Annalena Baerbock û Wezîrê Karên Hundirîn Nancy Faeser, têkildarî rewşa Suriyeyê ya piştî hilweşîna rejîma Beşar Esad, ji rojnameya Bild am Sonntag re axivîn. 

Herdu wezîran diyar kirin ku divê endamên rêveberiya Beşar Esad nefikirin ku werin Almanyayê û gotin ku eger werin dê hemû bên darizandin.

Annalena Baerbock, derbarê çeteyên DAIŞ’ê yên ku niha di girtîgehên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê de tên girtin de jî hişyarî kirin.

Fermandariya QSD’ê çend roj beriya niha diyar kiribû ku ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, wan operasyonên xwe yên dijî DAIŞ’ê dane sekinandin û hişyariya ewlekariyê ya li girtîgehên ku çete tê de kiribû.

Wezîra Karên Derve ya Almanyayê Annalena Baerbock li ser vê mijarê ev hişyarî da: “Li herêmên ku bi qismî ji aliyê Kurdan ve tên birêvebirin, pêwîste destûr neyê dayîn bi hezaran endamên DAIŞ’ê yên li girtîgehên vê herêmê tên girtin, careke din li Suriye, herêmê û vê herêmê pirsgirêkan derxînin. Divê civaka navnetewî destura wê nede.”

Annalena Baerbock Divê her wiha got ku divê Suriye nebe goga pêlîstok a hêzên biyanî yan jî cihê ceribandina hêzên radîkal.

(a)

ANHA