Ji Mazlûm Ebdî peyama têkildarî civîna Urdunê 

Fermandarê Gişt yê QSDˈê Mazlûm Ebdî piştgirî da encamnameya civîna li Urdinê û xwest ku tevahî çalakiyên leşkerî yên li ser xaka Sûriyeyê werin rawestadin.

Ji Mazlûm Ebdî peyama têkildarî civîna Urdunê 
15 kanûn, 2024   14:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandarê Giştî yê QSDˈê Mazlûm Ebdî der barê encamnameya civîna ku duh li bajarê Eqebe yê Urdinê têkildarî pêşeroja Suriyeyê hat lidarxistin de peyamek weşand. 

Di peyama ku li ser hesaba medya dijîtal a X hat weşandin de wiha hat gotin:

“Em encamnameya lutkeya Eqebê ya wezîrên karên derve ya welatan Ereban a der barê Sûriyeyê de erênî dibînin. Di heman demê de em piştgiriya hewldana Erebî ya ji bo avakirina aramiya li Suriyeyê, dikin. Wekî gaveke bingehîn a ber bi diyalogên çêker ên ji bo avakirina Sûriyeke nû ve dibînin. Em teqez dikin ku girîng e li gorî encamnameyê tevahî çalakiyên leşkerî li seranserî xaka Sûriyeyê werin rawestandin.

Li Sûriyeyê istiqrar bi beşdarkirina tevahî aliyan û mîsogerkirina yekîtiya xaka wê ku rê li ber aştiyeke mayînde vedike, dest pê dike.”

CIVÎNA URDUNÊ

Duh (14 kanûn 2024) li bajarê Eqebê yê başûrê Urdunê têkildarî rewşa Sûriyeyê civîn hatin lidarxistin. Wezîrên karên derve yên dewletên Ereban ên weke Urdun, Siûdî, Iraq, Lubnan, Misr, Îmarat, Behreyn, Qeter, her wiha wezîrên karên derve yên Amerîka û Tirkiyeyê tevlî civînê bibûn.

Sekreterê Giştî yê Komkara Dewletên Erebî Ehmed Ebû El Xeyz, nûnera siyasetên derve ya Yekîtiya Ewropayê Kaja Kallas û nûnerê Neteweyên Yekbûyî (NY) ji bo Sûriyeyê Geir Pedersen jî beşdarî civînê bûn.

Di civînê de geşedanên li Sûriyeyê yên di hefteyên borî de hatin nîqaşkirin û encamnameyek hat aşkerekirin.

Di encamnameyê de hat diyarkirin ku divê proseya siyasî ya li Sûriyeyê li gorî biryara 2254ˈan a  Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekûbyî (NY) be, ji bo avakirina Sûriyekeke azad û ewle ya yekbûyî teqezî li ser tevkariya gelê Sûriyeyê bi hemû pêkhate, beş, hêzên wê yên siyasî û civakî hate kirin. Hate diyarkirin ku divê dimildest tevahî çalakiyên leşkerî werin rawestandin.

(bb)