Jinên ciwan êrişên qirkirina çandî şermezar kir

Tevgera Jinên Ciwan a bajarê Dirbêsiyê ji bo şermezarkirina êrişên dweleta TIrk a dagirker ên bi armanca qirkirina çanda kurdî li Bakurê Kurdistanê çalakiyek li dar xist.

Jinên ciwan êrişên qirkirina çandî şermezar kir
Jinên ciwan êrişên qirkirina çandî şermezar kir
Jinên ciwan êrişên qirkirina çandî şermezar kir
Jinên ciwan êrişên qirkirina çandî şermezar kir
1 tebax 2024   21:51
HESEKÊ

Tevgera Jinên Ciwan a bajarê Dirbêsiyê ji bo şermezarkirina êrişên qirkirina çandî yên ku dewleta Tirk a dagirker li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê pêk tîne, çalakiyek li dar xist.

Çalakî li beçeya şehîd Zevîn bi beşdarbûna şêniyên Dirbêsiyê, endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger, Tevgera Jinên Ciwan û nûnerên saziyên sivîl û meclisan hat li darxistin.

Endama Tevgera Jinên Ciwan Şeza Hisên daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de êrişa li ser çanda kurdan li Bakurê Kurdistanê hatin şermezarkirin.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku tevgerê biryarên dewleta Tirk a faşîst red dike û dê bandor li gelê li ser şopa raman û felsefeya Rêber Abdullah ocalan dimeşe, nake û bang hate kirin ku ciwan ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah ocalan têkoşîn bê mezinkirin.

Dûre ji bo piştgiriya gelê Bakurê Kurdistanê ciwanan govend li ber stranên şoreşgerî gerand.

(gm-şx)

ANHA