Li Hewlêrê dronek hate xistin

Li nêzî balafirxaneya navneteweyî ya Hewlêrê, dronek xwekuj hate xistin.

Li Hewlêrê dronek hate xistin
14 tîrmeh, 2025   08:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Rojnewsê , direngiya şevê dronek xwekuj li nêzî balafirxaneya navneteweyî ya li Hewlêrê, hatiye xistin. 

Li gorî dîmenên di torên civakî de belav bûne, dron bi rêya mûşekan hatiye xistin.

Tê gotin tiştek bi kesê nehatiye, piştî bûyerê hêzên asayîşê gihiştin cihê bûyerê û lêkolîn hatiye destpêkirin.

Hêjayî gotinê ye di demên dawî de gelek dronên xwekuj li Herêma Kurdistanê hatine xistin, lê heya niha nayê zanîn ew dron ku tên şandin û girêdayî kîjan hêzêne.