Hejmara şeşemîn a kovara gaziyên şer ‘Berxwedan Jiyan e’ derket

Hejmara şeşemîn a kovara ‘Berxwedan Jiyan e’ ya Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi sernavê “Tu kes nikare roja me tarî bike” derket.

Hejmara şeşemîn a kovara gaziyên şer ‘Berxwedan Jiyan e’ derket
9 adar, 2025   08:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Kovara gaziyên şer “Berxwedan Jiyan e” ya weke mijarên leşkerî bîrdozî û siyasî ya du mehan a FGBRS bi naverokeke dewlemend û bi sernavê “Tu kes nikare roja me tarî bike” derket. 

Di hejmara şeşemîn a kovara bi Kurdî û Erebî de analîza Rêber Apo ya têkildarî komploya navneteweyî, nivîs û roportajên bi wesîleya yekemîn salvegera şehadeta du jinên pêşeng Sorxwîn Rojhilat û Azadî Dêrik hene.

Di heman demê daxuyaniyên ji bo bîranîna gaziyên şer ên di pêvajoya dawî de şehîd bûne jî di kovarê de cih digirin.

Her wiha civîn, semîner, kar û xebatên ji aliyê gaziyên şer ve hatine kirin jî di kovarê de cih girtin.