Fîlozof Alaîn Badîou piştgirî da banga "Aştî û Civaka Demokratîk" ya Rêber Apo

Fîlozof Alaîn Badîou piştgiriya xwe ya ji bo banga Rêber Apo ya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ nîşan da.

Fîlozof Alaîn Badîou piştgirî da banga "Aştî û Civaka Demokratîk" ya Rêber Apo
13 nîsan, 2025   22:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Alaîn Badîou yê yek ji kesên ku bi helwestên xwe yên li dijî şer tê nasîn û yek ji fîlozofên herî girîng ê dijî, têkildarî payama Rêber Apo ya 27’ê Sibatê payameke piştevaniyê da.

Peyama Badîou wiha ye: “Didim nîşandan ku helwesta we ya têkildarî îtifaqa navbera Gelê Kurd û Tirk a li dijî emperyalîzmê ya herî baş e."

Badiou diyar kir ku têkiliya di navbera gelê Kurd û Tirk hate kirin weke helwesta herî baş a li dijî emperyalîzmê pênase kir û got: “Em di qonaxeke welê de ne, gel li dijî hewldanên emperyalîstên cuda cuda xwe bi rêxistin bikin. Ev rêxistinkirin bi awayekî vekirî di nava gelan de gavên bihêz ên yekîtiya siyasî biavêjin pêk tîne. Min û hevjîna min Îsabelle Vodoz ji hewldanên rojevên siyasî yên xwe agahdar bikin. Li Fransa piştevaniyê ji aktivîst û rêxistinên di ferqa rastiya banga we de ne, bi çi rengî be bixwazin.”