Washington û Tehranê li ser bêrageşiyê li hev kir

Çavkaniyan diyar kir ku rêveberiya DYA'yê diyar kir ku Washington naxwaze rewşa li Rojhilata Navîn aloztir bibe. Her wiha Washington û Tehran naxwazin alozî ji Xezayê derkeve.

Washington û Tehranê li ser bêrageşiyê li hev kir
3 nîsan, 2024   18:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Raporan da zanîn ku êrişa Îsraîlê li dijî avahiyeke balyozxaneya Îranê li Şamê ku tê de gelek fermandarên Pasdarên Îranê hatine kuştin, tirs xist dilê Amerîkayan.

Raporeke tora El Erebiye diyar kir ku Amerîkayê da zanîn ku wê piştî êrişê peyamek ji bo Îranê şand û tê de diyar kir ku têkiliya DYA'yê bi mijarê re tune ye.

Çavkaniyên ji wê torê re anî ziman ku diviyabû li xalên lawaziyê, zirarên bigihînin sivîl û leşkerên amerîkayan di ber çavan re bihata derbaskirin.

Heman çavkaniyan diyar kirin ku di peyamê de gefxwarin an jî hişyarkirina Îranê tune bû.

Girêdayî wê, berdevkên Amerîkayê da zanîn ku rêveberiya Amerîkayê diyar kir ku pêwîstî bi hişyarkirin û gefxwarinan tune ye, nexasim ku hişyarkirina dawîn a ku Amerîka ji bo Tehranê daye hîna dewam dike û milîsên Îranê ji 2 mehan ve tu êriş li dijî hêzên Amerîkayê pêk neanîne.

(mh)