Polîsên Tirk êriş parêzerên Wanê kir

Polîsên Tirk êrişî parêzerên Baroya Wanê yên ji bo şermezarkirina tayînkirina qeyûm li Wanê meş li dar xistin kirin û 6 parêzer destgîr kirin.

Polîsên Tirk êriş parêzerên Wanê kir
3 nîsan, 2024   18:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Parêzerên Baroya Wanê ji bo şermezarkirina tayînkirina qeyûm li Wanê meşek li dar xistin. Polîsên Tirk êrişî parêzeran kir.

Di encama êrişa polîsên Tirk de parêzer Umît Savaş, Mûrat Ozçîçek, Mustafa Ozoral, Medenî Gur, Ebrû Demîrtepe, Lokman Emen, rojnamevan Medîne Mamedoglû ku bûyer dişopand û welatiyê bi navê Seyfî Ayhan hatin destgîrkirin.