Washington: Em desthilata Sûriyeyê ji nêz ve dişopînin
Berdevka wezareta karên derve ya Amerîkayê diyar kir ku Amerîka ji bo ku siyasetên xwe yên pêşerojê bi desthilata Şamê re diyar bike, ji nêz ve wê dişopîne.

Berdevka wezareta karên derve ya Amerîkayê Tammy Bruce destnîşan kir ku Amerîka ji bo ku siyasetên xwe yên pêşerojê bi desthilata Şamê re diyar bike, nêzîkatiyên berpirsên wê dişopîne.
Tammy Bruce her wiha got: "Em bangên avakirina hikumeteke giştî ya sivîl didomînin ku saziyên nîştimanî, bersiva wan û nûnertiya wan mîsoger bike."
(mh/bb)