Li Bendava Tişrînê pîrozbahiya Newrozê
Nobedarên Bendava Tişrînê ku bi coşeke mezin Newroz pîroz kirin û diyar kirin ku heqî li hemberî zilm û zordestiyê bi ser bikevin.
Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku 72 roj e li hemberî êrişên dagirkirin û qirkirinê yên dewleta Tirk û çeteyên wê çalakiya nobetê li bendava Tişrînê li dar xistiye îro li bendavê Newroz pîroz kir.
Şêniyên kantona Cizîrê ku nobet dor wergirtiye, Newroza xwe li bendavê pîroz kir. Nobedaran li ber stranên şoreşgerî û neteweyî xelkên govendê li dor meşaleya Newrozê gerandin.
Di pîrozbahiyê de hate diyarkirin ku gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê mafdar e û dê li hemberî zilm û zordestiyê serkeftin para wê be.
Di pîrozbahiyan de pirrengiya çandî ya pêkateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dixuya.
(bb)
ANHA