Îsraîlê balafirgeha leşkerî ya Tedmurê bombebaran kir

Îsraîlê balafirgeha leşkerî ya Temdurê (Palmîra) bombebaran kirin. Der barê zeraran de agahî nehatin bidestxistin.

Îsraîlê balafirgeha leşkerî ya Tedmurê bombebaran kir
22 adar, 2025   08:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku balafirên Îsraîlê duh li balafirgeha leşkerî ya Temdurê (Palmîra) da. SOHR’ê da zanîn ku piştî bombebaranê hêzên leşkerî yên li bajêr seferber bûne.

Der barê zerarên bombebaranê de agahî nehatin parvekirin.

Balafirên Îsraîlê şeva Sêşem-Çarşemê li Sûriyeyê nuqte û baregehên leşkerî dabûn.

Artêşa Îsraîlê hefteya borî ragihandibû ku wê li Şamê baregeheke leşkerî ya Tevgera Cîhad a Filistînê bombebaran kir û di encamê de bi kêmanî kesek hat kuştin.

(bb)