Vegerîna heciyên ji Sûriyeyê hat paşxistin

Wezareta Weqfên Olî ya hikumeta demkî ya Sûriyeyê ragihand ku ji ber şert û mercên herêmî, vegera heciyên ji Sûriyeyê ji Erebistana Siûdî ber bi balafirgehên Şam û Helebê ve, hatiye paşxistin.

Vegerîna heciyên ji Sûriyeyê hat paşxistin
8 hezîran, 2026   10:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Daîreya Hec û Umreyê ya Wezareta Weqfên Olî ya hikumeta demkî ya Sûriyeyê duh êvarê daxuyaniyek weşand û ragihand ku hemû rêwîtiyên ji bo vegera heciyên Sûriyeyê yên ku ji bo roja 8`ê Hezîranê ji Medîneyê ber bi balafirgehên Şam û Helebê ve hatine plankirin, heta demeke din hatine paşxistin.

Daîreyê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku ev biryar ji ber ewlehiya heciyan û li ser daxwaza Sûriyeyê û Erebistana Siûdî, ji ber pêşketin û şert û mercên heyî yên li herêmê, hatiye dayîn. Daîreyê diyar kir ku eger rêwîtiyên nû hatin plankirin a jî rêyên din hatin dîtin, ew ê agahiyê bidin.

(k)