Nîşaneyên lidarxistina civîna yekemîn a parlamentoyê xuya nakin

Çav li rê bû ku îro civîna yekemîn a parlamentoya Sûriyeyê were lidarxistin. Lê heya niha tu nîşaneyên lidarxistina civînê xuya nakin. Navên nûnerên ku dê ji aliyê serokê hikumeta demkî Ehmed El Şera ve werin tayînkirin, hîna jî nehatine ragihandin û mekanîzmeya diyarkirina nûnerên Siwêdayê jî temam nebûye.

Nîşaneyên lidarxistina civîna yekemîn a parlamentoyê xuya nakin
8 hezîran, 2026   11:06
ŞAM

Hatibû ragihandin ku civîna yekemîn a parlamentoya Sûriyeyê (Meclisa Gel) îro (8 Hezîran 2026) pêk were. Lê heya niha daxuyanî der barê lidarxistina civînê de nehatine dayîn û tu nîşaneyên lidarxistinê jî xuya nakin.

Hikumeta demkî ya Sûriyeyê di dema dawîn de tayînkirina nûnerên parlamentoyê yên piraniya parêzgehan bi rêya deste û komîteyên hilbijartinan temam kiribû. Lê serokê hikumeta demkî nûnerên ku hejmara wan 70 kes e, ranegihandine. Dîsa jî 3 kursiyên ku ji bo Siwêdayê hatine veqetandin hîna vala ne. Ev jî pirsa gelo parlamento amade ye dest bi karê xwe bike, derdixe holê.

Li gorî pergala demkî ya hilbijartinan ku di Tebaxa 2025‘an de hatibû pejirandin, 140 endamên parlamentoyê bi rêya komîteyên hilbijartinan ên li parêzgehan hatine avakirin tên tayînkirin û 70 endam jî ji aliyê hikumeta demkî ve têne tayînkirin.

Li gelek deverên Sûriyeyê, gelek partî û hêzên siyasî û civakî yên Kurd, Suryan û Ermen nerazîbûn nîşanî şêwazê avakirina parlamentoyê da û da zanîn ku destnîşankirina nûneran pirrengiya siyasî û demografîk a li wlat nîşan nade. Hikumeta demkî jî îdia kir ku şêwaza heyî taybetmendiya "Pêvajoya demkî û mercên awarte ku Sûriye tê re derbas dibe" ferz dike.

Heya niha tu vexwendinên fermî ji endamên parlamentoyê re ji bo lidarxistina rûniştina yekem nehatine şandin. Serokatiya hikumeta demkî jî dema lidarxistina wê ragihandiye.  Ev yek jî çarenûsa rûniştina vekirinê li benda zelalkirinên fermî yên di saet an rojên pêş de vekirî dihêle.

(bb)