Êrişên li dijî zarokan hatin şermezarkirin

Rêxistina Stêrk a Parastina Mafên Zarokan û Ofîsa Parastina Zarokan a Kantona Efrîn û Şehbayê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêma Şehbayê û bi taybet jî êrişa li dijî zarokan şermezar kirin.

Êrişên li dijî zarokan hatin şermezarkirin
24 gulan, 2024   05:17
ŞEHBA

Êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser gundewarên Şehbayê di van rojan de zêdetir bûne. Di 18'ê Gulanê de di encama topbarana dewleta Tirk a dagirker a li ser Simûqa, Til Medîq, Til Cîcan û Bendava Şehbayê de 4 zarok birîndar bûn. Ji zarokên birîndar Faris Îbrahîm (13) di 19'ê Gulanê de gihaşt şehadetê.

Endamên Rêxistina Stêrk a Parastina Mafên Zarokan û Ofîsa Parastina Zarokan a Kantona Efrîn û Şehbayê têkildarî mijarê ji ajansa me re axivîn.

Endama Ofîsa Parastina Zarokan Zêneb Hec Osman diyar kir ku êrişên dewleta Tirk rojane li ser Şehbayê hene. Her wiha hedefa dagirkeriyê valakirina herêma Şehba ye.

Zêneb destnîşan kir ku piştî dagirkirina Efrînê û bicihbûna gel li Şehbayê her roj topbaran hebû. Di 2 Kanûna 2019'an de dewleta Tirk li Til Rifetê komkujî pêk anî. Di encamê de 8 zarokan jiyana xwe ji dest da.

Rêveberiya Ofîsa Parastina Zarokan a Kantona Efrîn û Şehbayê Rîhab Çebo diyar kir ku Dewleta Tirk a dagirker hîna êrişên xwe ya rojane li ser herêma Şehbayê berdewam e. Her wiha destnîşan kir ku ev ne cara yekem e ku zarok dibin hedefa dagirkeriyê.

Çebo diyar kir ku Dewleta Tirk di vê dawiyê de zarokên ku bi malbatên xwe re alîkar dibin, tên hedefgirtin.

Çebo destnîşan kir ku êrişên dewleta Tirk a dagirker di bin bê dengiya hêzên navneteweyî ye. Her wiha bang li rêxistinên navneteweyî û rêxistinên mafên zarokan kir ku li hember van êrişan bê deng nemînin.

Endama Rêxistina Stêrk Zelox Xilo êrişên dewleta Tirk li ser herêma Şehbayê şermezar kirin û diyar kir ku êrişên dewleta Tirk nikarin berxwedana gel têk bibe û wiha got: "Dewleta Tirk bi kuştin û birîndarkirina zarokan dixwaze berxwedana gel têk bibe. Lê gelê me di berxwedana xwe de bi israr e ku têkoşînê xwe bilind bike.”

Endama Rêxistina Stêrk a Parastina Mafên Zarokan a Kantona Efrîn û Şehbayê Emîne Qadêr êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser herêma Şehbayê û bi taybet êrişên li dijî zarokan şermezar kirin û bang li Rêxistinên Mafên Zarokan û Rêxistinên Navneteweyî kir ku hesab ji dewleta Tirk bixwazin.

)nq(