Ji zarokên Efrîn û Şehbayê re şahiyek hat lidarxistin

Meclisa Efrîn û Şehbayê ya li Reqayê ji zarokên Efrîn û Şehbayê re bi armanca ku şahî û kêfxweşiyê bixe dilê zarokan û wan ji rewşa derûnî ya dijwar derxe, şahiyek li dar xist.

6 tîrmeh, 2025   20:50
REQA

Meclisa Efrîn û Şehbayê ya li Reqayê bi armanca ku şahî û kêfxweşiyê bixe dilê zarokan û wan ji rewşa wan a derûnî ya dijwar derxe, şahiyek li bajarê Reqayê li dar xist. Di şahiyê de bi sedan zarokên koçber û yên ku di 43 dibistanên bajêr de bi cih bûne, amade bûn.

Di serî de koma Hêlîn Cûdî ya Tevgera Hîlala Zêrîn stranên li ser zarokan pêşkêş kirin. Piştre şanoyek li ser nirxên hevkarî, alîkariyê û yekgirtina li hemberî zehmetiyan ji aliyê koma Zenûbiya ve hate pêşandan.

Her wiha, di şahiyê de çalakiyên zarokan, pêşbirkên hişmendî û bîrkariyê hatin lidarxistin.

Tevî zehmetiyan, zarokan bi kenê xwe tabloya hêviyê xêz kir û peyameke wiha da ku `zaroketî li hemberî şer têk naçe`.

(mh)

ANHA