Vebijêrka gelên Sûriyeyê eniya demokratîk e - HAKKI TEKÎN

Vebijêrka gelên Sûriyeyê eniya demokratîk e - HAKKI TEKÎN
31 ÇILE, 2025   13:05

Civînên Roma û Riyadê destnîşan dikin ku pergalên netewedewletê ji bo ku berjewendiyên xwe yên cografîk, malî, sermaye, ewlekarî, leşkerî û siyasî biparêzin polîtîka bi pêş xistine. Gelek derdor dibêjin ku di van civînan de ji bo civakên li Sûriyeyê biryarên erênî derketine. Lê pêşketinên heyî berevajî vê yekê destnîşan dikin. Hewce dike were zanîn ku hêzên hegemonîk di pergala netewedewletê de israr dikin û ferz dikin ku hemû ferq û cudahiyên heyî li ser vê pergalê werin zêdekirin. Ya rast ew e ku di vê derê de tiştekî ecêb tune ye; hêzên hegemonîk dê li gorî berjewendiyên xwe nêzîkatiyekê bi pêş bixin. Tiştê ecêb ew e ku di vê pêvajoya dirêj de gelên Sûriyeyê sekneke yekgirtî, bi rêxistinî nîşan nedane, vebijêrkên xwe negotine û li ser mijara ku Sûriyeyeke çawa dixwazin, nîqaş nekirine. Her wiha dewletên Ereban li Riyadê, dewletên Ewropa û Amerîka jî li Romayê civiyane, stratejî û siyaseta ku Sûriyeyeke çawa dixwazin, diyar kirine. Di vê demê de gelên Sûriyeyê di mijara ku Sûriyeyeke çawa dixwazin û pergaleke çawa dixwazin de bi hev re nîqaş nekirine.

Xuya ye pêşketinên li Rojhilata Navîn û Sûriyeyê, li gorî pêşdîtina civaka dîrokî ya Rêber Apo diqewimin. Rêber Apo beriya niha têgîna Şerê Cîhanê yê Sêyemîn bi kar anîbû û diyar kiribû ku dê ev şer li Rojhilata Navîn her ku biçe kûrtir bibe. Her wiha dabû xuyakirin ku pêvajoya dîzayna Rojhilata Navîn, dê li gorî berjewendiyên hêzên hegemonîk şikil bigire. Statukoperestî û dîktatoriyên Rojhilata Navîn yek bi yek têne hilweşandin û ber bi pergalên xwe birêxistinkirinê ve diçin. Xuya ye ku hilweşandina dîktatoran li gorî berjewendiyên hêzên hegemon û sermayeya global a yekdest e û Rojhilata Navîn bi vê perspektîfê ji nû ve tê dîzaynkirin. Lê pirsgirêka esasî ew e; gelên herêmê li beramberî hêzên ku li gorî berjewendiyên sermayeya global şikil didin herêmê, bê vebijêrk, bê rêxistin û bê têkoşîn dimînin. Rêber Apo di vê pêvajoyê de însiyatîf girtiye destê xwe, dixwaze li ser navê gelan wekî vebijêrkekê bikeve dewreyê û armanca wî ew e ku di vê pêvajoya Şerê Cîhanê yê Sêyemîn de vê firsenda dîrokî biqulipîne aliyê gelan. Ji ber vê yekê tiştê ku Rêber Apo dixwaze bike, li medyaya dîjîtal ku ji aliyê navendên şerê taybet ve têne jehrîkirin an jî li wê derê û li vê derê nayê peydakirin; li şûna wê hewce dike mirov berê xwe bide fikir û paradîgmaya ku wî bi pêş xistiye û hewl bide di ser wê re fêm bike; wê demê dê rewş hê bi zelalî derkeve holê. Hewce dike baş were fêmkirin ku di vê pêvajoyê de hin hêz dê hewl bidin ku rastî û pêşketinan asteng û tarî bikin. Xuya ye di serî de zîhniyet û medyaya AKP’ê, zîhniyeta beredayî ya neteweperest û çepgirên şovenîst, hin bêşên rewşenbîr ên şovenîst ev wezîfeya dane ser milê xwe. Ji aliyê din ve hewce dike were dîtin; nêrîn û bendewariya ku dibêje “di pêvajoya ku hêzên hegemonîk ‘dîktatoran hildiweşînin’ de dê ji bo gelan û bi taybetî jî ji bo Kurdan hin tiştên erênî derkevin”, bi şiklekî pir cidî şaş û xelat e.

Hêzên hegemonîk hewl didin statukoperestiya netewedewleta Sûriyeyê hilweşînin û li gorî berjewendiyên sermayeya global ji nû ve çêkin. Ya ji bo wan a girîng ev e. Ji ber vê yekê, Sûriye bûye Efganistan, bûye Bexda, bûye Filistîn qet ne girîng e. Ne tiştekî veşartî ye ku her diçe Sûriye ber bi vî aliyê ve digindire. Ji bo xwe ti xetere nabînin ku Sûriyeyê teslîmî komên qetilan bikin. Ji bo wan, berjewendiyên wan di ser her tiştî re ye. Vaye cîhana sermayeya global cîhaneke wisa ye, hewce ye em vê yekê ecêb nebînin û gilî û gazincan jê nekin; ji ber ku xwezaya wan wisa ye. Pirsgirêk ew e ku dê destûra vê were dayîn yan na? Va ye tercîha Rêber Apo di vê derê de derdikeve holê. Hewce dike were gotin ku Rêber Apo dixwaze di ser Sûriyeyê re vebijêrka gelan a Rojhilata Navîn derxîne holê. Statûkoperestiya herêmê ku bi Peymana Sykes-Picot di qada Erebî de derketibû holê, hilweşyaye. Hêzên sermayeya global hewl didin di vê pêvajoyê de, li gorî berjewendiyên xwe, wekî ku gelan nexe nava xwe di ser Sûriyeyê re Rojhilata Navîn dîzayn bikin. Niha qonaxeke wisa didome. Em di destpêka werçarxaneke pir nazik û dîrokî de ne; hewl didin vê pêvajoyê bi mehkûmiyeta gelan bi encam bikin. Di vê kêliya dîrokî de, li beramberî vê, têkoşîna çêkirina alternatîfa gelan tenê dikare bi paradîgmaya Rêber Apo were pêkanîn.

Eniya Demokratîk: Vebijêrka Gelan. Li dijî berjewendiyên sermayeya global, li dijî Efganistankirin, Bexdakirin û Hemaskirinê, hewce dike pêşeroja gelên Sûriyeyê bi îradeya gelan şikil bigire. Di rewşa heyî ya niha de, paradîgmaya ku temsîla îradeya gelên Sûriyeyê bike, paradîgmaya Rêber Apo ye. Neteweya demokratîk, xweseriya demokratîk, konfederalîzma demokratîk ji bo gelan çavkaniyên herî mezin ên têkoşînê ne. Ji bo xwe gihandina vê pêvajoyê, lazim e li Sûriyeyê vebijêrka gelan di nava cepheyekê de were bi rêxistinkirin. Vaye eniya gelan a demokratîk, dibe ku ji bo vê vebijêrkê bibe alîkar. Eniya Sûriyeya demokratîk, ji bo ku gelên herêmê, Sûriyeke pirrengî, federal û demokratîk înşaa bikin amûrek e. Ev cephe dê ne tenê daxwazên gelan îfade bike, temsîl bike û bi vê ve sînordar bimîne; di heman demê de li beramberê hêzên navneteweyî alternatîfeke xurt pêk bîne. Hewce ye, cepheyê demokratîk wekî tifaqek ku; Kurd, Elewî, Suryanî, Tirkmen, Ermen, Çerkes, civaka sekuler a Erebên sunnî û hemû civatên din bigire nava xwe were fikirîn. Hewce dike ev tifaq di qada navneteweyî de hêzeke wisa ya civakî, siyasî-dîplomatîk biafirîne ku bikare vebijêrka demokratîk a gelên Sûriyeyê biparêze.

Ev awanî dê bibe platformeke wisa ku gelên Sûriyeyê li ser daxwazên xwe bikarin nîqaş bikin, zîhniyeteke hevbeş bi pêş bixin û bingehên rejîmeke nû ya demokratîk ava bikin. Hewce dike ev cephe bi komxebatên giştî û herêmî, bi kongre û civînan were xurtkirin û projeyên mîna federalîzmê, wekî pêşniyarên hevbeş ên gelên Sûriyeyê bibin rojev. Cepheyeke demokratîk ku xwe dispêre tifaqa gelên Sûriyeyê, ne tenê dê hêzê bide dînamîkên navxweyî, di heman demê de di têkiliyên bi dewletên Ereb û dewletên rojavayî re jî bibe aktoreke xwedî bandor. Ji ber ku rejîmeke pirrengî ya Sûriyeyê tê maneye ewlekariya welatên Ereb, Îsraîl û welatên rojavayî.

Eniya gelan a demokratîk, di pêvajoya ku Sûriye derbasî rejîmeke demokratîk, pirreng, federal û azad bibe de dê bi roleke miftebûnê rabe; di vê astê de jî ji bo ku Sûriye ji ferzkirinên hêzên biyanî rizgar bibe û paradîgmaya neteweya demokratîk jiyanî bibe derfeteke mezin e.

ROL Û WEZÎFEYÊN ENİYA DEMOKRATÎK

Çêkirina tifaqên stratejîk: tifaqek ku berjewendiyên hevbeş ên gelên wekî Elewî, Durzî, Ermen, Suryan, Êzîdî, Krîstiyan û civaka Erebên sekuler, Çerkes û Tirkmen biparêze çêdike, û her wiha platformên xwecihî-herêmî û kongreya gelan pêktîne.

Dîplomasî û muzakere: Eniya demokratîk, li ser navê gelan li cem aktorên navneteweyî dîplomasiyê dimeşîne û di nava Sûriyeyê de muzekerayan bi rêve dibe.

Pergala HTŞ’ê û hikumeta wê: Li beramberê pergala netewe-dewlet a navendî, yekperest, olperest, neteweperest û zayendperest ku HTŞ’ê bi yek alî îlan kiriye, bi îradeya hevbeş a gelan wekî vebijêrk û alternatîfekê li dijî wê disekine. Eger HTŞ vê îradeyê qebûl neke û ruxmî hemû hewldanên lihevkirin, diyalogê bi şiklekî negatîf nêzîk bibe, eger hewce bike eniya demokratîk ‘Rêveberiyeke Demkî ya Sûriyeyê’ pêk tîne, makezagoneke demkî amade dike û ji bo ku vê bixe meriyetê dixebite.

Hebûna xwe piştrastkirina gelan: Eniya demokratîk, ji bo ku gelên Sûriyeyê di hemû qadan de bi hev re tevger bikin li rê û rêbazan digere, ji bo vê têkoşînê dimeşîne û vê bi rêxistin dike. Ev cephe, ji bo Sûriyeyê xwe bigihîne pêşerojeke demokratîk, pirrengî û federatîf, dê bi roleke navendî rabe. Pêvajoyeke întiqalê ya xwe dispêre îradeya gelan, dê bi şiklekî xurt daxwaza gelan jî ragihîne aktorên navneteweyî û hêza dîplomatîk a gelan nîşan bide.

Di encamê de, eniya demokratîk ne tenê ji bo azadbûna gelên Sûriyeyê, ji bo gelan û ji bo hemû veguherînên demokratîk ên li herêmê jî, dê bibe modelekê. Ev cephe, siberoja Sûriyeyê ji berjewendiyên sermayeya global û ferzkirinên netewedewletê rizgar bike û ji bo ku bi îradeya gelan ji nû ve were înşakirin nexşeyeke rê pêşkeş dike.