Vance: Dan û standinên bi Îranê re hîn aloz in

Cîgirê Serokê DYA’yê J.D. Vance diyar kir ku dan û standinên bi Îranê re hîn aloz in û dê demekê bixwe û bibe hêdîbûn bi sedema dabeşbûnên hundirîn ên Îranê ye.

Vance: Dan û standinên bi Îranê re hîn aloz in
6 tebax, 2026   23:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Di hevpeyvînekê de bi Fox News re, Cîgirê Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) J.D. Vance diyar kir ku danûstandinên bi Îranê re hîn aloz in û dê dem bigirin. Vance diyar kir ku dibe ku di qonaxên cûda de pêşveçûn û paşketin çêbin. Rêveberiya Serokê DYA’yê Donald Trump diyar kir ku xebatê li gihandina peymanekê ji bo vekirina Tengava Hurmuzê dewam dike û hewl dide ku Îran çekek nukleerî bi destn exe.

Vance da zanîn ku serokatiya Îranê nakokiyan dijî, hin rayedar banga bidawîanîna şer dikin, hinên din jî israr dikin ku alozî berdewam bike. Vance got ev dabeşbûn rêça danûstandinan aloz dike.

ajanseke nûçeyan a berfermî ya Îranî jî ku agahiyên xwe dispêre endamekî parlamentoyê ragihand ku komîteyek parlementoyê pêşnûmeyek qanûnek pêşîn dinirxîne ku dê keştiyên Amerîkî, Îsraîlî û yên din ên ku ji hêla Îranê ve wekî "dijmin" hatine destnîşankirin qedexe bike ku ji Tengava Hurmuzê derbas bibin.

(f)