Li Til Birakê 2 Ciwanan jiyana xwe ji dest dan

Li bajarê Til Birakê yê gundewarê Hesekê dema 2 ciwanan hewl dida xezaneke mazotê çaksazî bikira, jiyana xwe ji dest da.

Li Til Birakê 2 Ciwanan jiyana xwe ji dest dan
6 tebax, 2026   23:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Nûçegihanê me ku agahiyên xwe dispêrin çavkaniyên xwecihî daxuyand ku ciwanê bi nave Haron El Inêzî yê ji taxa Xişman ê Hesekê û ciwanê din ê bi nave Hanî El Îsa yê ji Til Birakê, dema xezana mazotê çaksazî dikirin, xeniqîn û jiyana xwe ji dest da.

Heta niha agahiyên fermî der barê bûyerê de nehatine dayîn.

(f)