Mîhrîcana “Havîna Qamişloyê” di roja 3’yan de ye

Çalakiyên Mîhrîcana “Havîna Qamişloyê” di roja xwe ya 3’yan de didomin. Di mîhrîcanê de zêdetirî 200 şîrketên xwecihî û navneteweyî beşdar in, çalakiyên hunerî û lîstokê yên curbicur pêşkêş dikin.

Mîhrîcana “Havîna Qamişloyê” di roja 3’yan de ye
Mîhrîcana “Havîna Qamişloyê” di roja 3’yan de ye
Mîhrîcana “Havîna Qamişloyê” di roja 3’yan de ye
Mîhrîcana “Havîna Qamişloyê” di roja 3’yan de ye
Mîhrîcana “Havîna Qamişloyê” di roja 3’yan de ye
6 tebax, 2026   23:43
QAMIŞLO

Mîhrîcana “Havîna Qamişloyê” ya li Parka Azadî ya Qamişloyê tê lidarxistin, berhemên zêdetirî 200 şîrketên parêzgehên Sûriyeyê û şîrketên Çînî pêşkêş dikin. 

Di mîhrîcanê de çalakiyên hunerî, mûzîk û lîstokê tên pêşkêşkirin. Her wiha hunermend Nazdar jî stran gotin, şêniyan di nava kêfxweşiyê de dîlgan gerand. Mîrhîcan 5 rojan li dar dikeve. Hunerên ji hundirê Sûriyeyê û derveyî wê beşdar in, çalakiyên çandî û lîstokê li dar dikevin.

Armanc ji mîhrîcanê piştgiriya çalakiya aborî, xurtkirina tevgera bazirganî, peydakirina rûbereke lîstokê û çandê ye.

(f)

ANHA