Urdunê 3 welatiyên Sûriyeyî destgîr kirin

3 welatiyên Sûriyeyî dema hewl didan sînorê Urdunê derbas bikin, hatin destgîkirin.

Urdunê 3 welatiyên Sûriyeyî destgîr kirin
7 kanûn, 2025   10:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Çekdar ên Urdunê yên Herêma Leşkerî ya Bakur bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên parêzvanên sînor 3 kes şopandin ku hewl didan bi rêyên nerewa sînorê welat derbas bikin.

 Di daxuyaniyê de hate gotin, ’’Dema şopandina wan kesan, hêzên me rêgezên şer bi kar anîn. Di encamê de her sê kes hatin destgîrkirin bêyî ku zerar çêbibin.’’

Hêzên Çekdar ên Urdunê diyar kir ku wan her sê sewqî edaletê hatin kirin.

(b)