Li Siwêdayê di encama topbaranê de karmendekî Saziya Avê birîndar bû

Hêzên hikumeta veguhêz gundewarê rojavayê Siwêdayê topbaran kir. Di encamê de karmendekî saziya avê birîndar bû.

Li Siwêdayê di encama topbaranê de karmendekî Saziya Avê birîndar bû
7 kanûn, 2025   09:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî çavkaniyekî fermî di Saziya Avê ya Siwêdayê de, hêzên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê berbanga îro topeke hawnê avêtin devera Bîra 20’an a li ser rêya Hec a rojavayê bajarê. Di encamê de karmendekî saziyê birîndar bû.

Heman çavkanî diyar kir ku top ji aliyê gundewarê rojavayê Siwêdayê ve hat avêtin ku hêzên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê lê bi cih bûne û got, karmendê saziyê Ehmed Ebû Salih nobedar bû di topbaranê de birîndar bû.

Çavkanî da zanîn ku  birîna Ebû Salih giran e û agahî dan da ku parçeyên guleyê aliyê rastî yê pişika wî derbas kirine û hin parçe tê de mane, li bende ye ku rewşa wî ya tenduristiyê aram bibe ji bo emeliyet bike.

(b)

ANHA