Awistralya nepejirand welatiyên xwe ji kampên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê vegerîne

Awistralya nepejirand  ku welatiyên xwe ji kampên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê vegerîne.

Awistralya nepejirand welatiyên xwe ji kampên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê vegerîne
7 kanûn, 2025   10:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Hikûmeta Awistralyayê nepejirand ku welatiyên xwe (malbatên DAIŞ'ê) yên ku niha li kampên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dijîn vegerîne. 

Rojnameya The Guardian ragihand ku DYA’yê pêşniyar kiriye ku Awistraliyan ji kampan vegerîne, bi şertê ku pasaport an belgeyên fermî ji wan re werin dayîn, lê Awistralya qebûl nekir.

Li gorî agaiyan, kêmî 40 malbatên DAIŞ`ê yên Awistralî li kampên Roj û Holê hene, piraniya wan zarok in, beşek ji wan di kampan de jidayik bûne.

(k)