Urdun: Deriyê ˋEl Lunbîˊ ji nû ve hat vekirin

Urdunê deriyê sînor ê Şah Hisên (El Lunbî) yê bi Şerîaya Rojava ve careke din vekir. Deriyê sînor ji ber bûyera gulebaranê ku 2 kes tê de hatin kuştin, berî 3 rojan hatibû girtin.

Urdun: Deriyê ˋEl Lunbîˊ ji nû ve hat vekirin
21 îlon, 2025   12:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêveberiya Ewlekariya Giştî ya Urdunê di daxuyaniyekê de ragihand ku "Pira Şah Hisên dê roja yekşemê tenê ji bo trafîka rêwiyan ji nû ve were vekirin, lê deriyê bazirganî dê heta demekê girtî bimîne. "

Kanala televîzyonê El Mamlaka ya fermî ya Urdunê, ragihand ku ji serê sibê ve li her du aliyan trafîka rêwiyan dest pê kir. Artêşa Îsraîlê êvarê ragihand ku wan ji hikûmeta Urdunê xwestiye ku derbaskirina alîkariyê bi rêya vê deriyê bo Xezayê rawestîne.

roja pêncşemê (18 Îlon 2025) çekdarekî li deriyê El Lunbî 2 leşkerên Îsraîlê kuştibûn. Urdun û Îsraîlê ragihandin ku kesê çekdar ajokarê kamyonek Urdunî bû ku alîkar dibir Xezayê.

Ev deriyê sînor, ku li herêma Xor a Urdunê ye, tekane deriyê sînor e ku rê dide Filistîniyên ji Şerîaya Rojava, derkevin.

(k)