UNHCR: Pêdiviya 16 milyon kesî bi alîkariya lezgîn heye

UNHCR’ê ragihand ku li Sûriyeyê pêdiviya zêdetirî 16 milyon kesî bi alîkariya lezgîn heye û diyar kir vegera koçberan xizmetguzarî baştir nekiriye û xizanî û şert û mercên giran sivik nekiriye.

UNHCR: Pêdiviya 16 milyon kesî bi alîkariya lezgîn heye
4 kanûn, 2025   14:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Komîseriya Bilind a Kar û Barên Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) bi raporekê destnîşan kir ku tevî ku salek di ser vegera zêdetirî milyon penaberan ji welatên derdorê û nêzî 2 milyon koçberan bo hundir re derbas bû, lê krîza mirovî ya li Sûriyeyê hîna yek ji krîzên mezin ên li cîhanê ye.

Komîseriyê di raporê de diyar kir ku pêdiviya zêdetirî 16 mîlyon kes bi alîkariyên lezgîn heye û destnîşan kir ku bi vegera koçber û penaberan bo warê xwe rewşa xizmetguzarî û binesaziyê baş nebûye.

Di raporê de hat gotin, ji sedî 70 koçber di kampan de di nava xizaniyeke dijwar de dijîn û di peydakirina xwarin, av û dermanan de zehmetiyan dikişînin. Hate diyarkirin ku ev yek dibe sedema zêdebûna xetereyên wekî karkeriya zarokan û zewaca di temenê biçûk de.

UNHCR’ê îşaret pê kir ku li gelek deveran rewşa ewlehiyê lawaz e û xetereya mayînan jî hîna heye.

Li gorî raporê, zarok ku nîvê penaberên sûriyeyî ne, beşa herî zêde zerarê dibîne, gelek ji wan ji mafê perwerdeyê bi rêk û pêk bê par in, ev jî nifşekî tam dixe bin gefa jidestdayîna derfeta perwerde û fêrkirinê.

(bb)