Tulay Hatîmogullari: Em bang li rayedaran dikin ku peywira xwe bi cih bînin

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari piştî civîna komê bersiv da pirsên rojnamevanan û diyar kir ku agahî ji wan re hatiye ku piştî cejnê dikarin bi Serokkomar Tayyip Erdogan re hevdîtinê bikin. Hatîmogullari ji bo serlêdana Îmralî ya heyetê jî wiha got: “Em bang li rayedaran dikin ku peywira xwe bi cih bînin.”

Tulay Hatîmogullari: Em bang li rayedaran dikin ku peywira xwe bi cih bînin
25 adar, 2025   15:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogullari di civîna Koma Meclîsê ya partiya xwe de der barê rojevê de nirxandinan kir û di dema derketina derve de bersiv da pirsên rojnamevanan.

Tulay Hatîmogullari got, “Ji bo hevdîtina me ya bi Birêz Erdogan re piştî cejnê dibe ku hevdîtineke bi vî rengî pêk were. Dîrok ne diyar e.

Me daxwaza çûna giravê kiriye, lê heta niha bersiv negirtine. Em li bendê bûn ku em beriya Newrozê biçûya, lê ev pêk nehat. Em vê daxwazê careke din nû dikin. Heyeta me ji bo vê yekê dixwaze biçe giravê.”