Li Ceble û Sehil El Xab şewat

Li daristanên Dehir ên Sindiyane yê Celbeyê û gundê Emqiye yê Sehil El Xab şewat derket.

Li Ceble û Sehil El Xab şewat
14 tîrmeh, 2026   20:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Vê êvarê rûberên fireh ji derverên hawîrdor û çandiniyê yên gundewarê Ceble û Sehild El Xab şewitîn.

Çavkaniyên xwecihî ji nûçegihanê me re daxuyand ku şewatek mezin li daristanên Dehir ên Sindiyane li nêzî perestgeha Şêx Nasir a li herêma Feware yê Celbeyê pêk hat.

Li gundê Emqiye yê herêma Sehil El Xab jî şewatê rûberên fireh ji eraziyên çandiniyê dan ber xwe.

(fr)