Trump: Peymana bi Îranê re dê sibê were îmzekirin

Serokê Amerîkayê Donald Trump got ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê dê sibê, Yekşemê, peymanekê bi Îranê re îmze bike.

Trump: Peymana bi Îranê re dê sibê were îmzekirin
13 hezîran, 2026   21:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Trump li ser hesabê xwe yê Truth Social nivîsand: "Peyman dê sibê were îmzekirin, û di cih de piştî îmzekirinê, Tengava Hormuzê dê ji bo her kesî vekirî be."

Serokê Amerîkayê got: "Em hêvî dikin ku ev pêvajo zû, bi hêsanî û bi rêkûpêk biçe. Ger neçe, alternatîfa me ya dawîn heye."

(k)