Trump: Me Maduro û hevjîna wî girtin

Serokê DYA’yê Donald Trump ragihand ku wan operasyoneke mezin li Venezuelayê pêk aniye û serokê Venezuelayê Nicolas Maduro û hevjîna wî girtine û dersînor kirine.

 Trump: Me Maduro û hevjîna wî girtin
3 ÇILE, 2026   13:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê DYA’yê Donald Trump ragihand ku wan operasyoneke mezin li Venezuelayê pêk aniye û serokê Venezuelayê Nicolas Maduro û hevjîna wî girtine û dersînor kirine.

Turmp ragihand ku operasyon bi hemahengiya dezgehên sepandina qanûnê yên Amerîkayê hatiye kirin, lê hûrgiliyên din aşkera nekirin.

Dezgehên medyayê yên Amerîkayê yên wekî CBS News û Fox News li ser zimanê rayedarên amerîkî ku navên wan aşkera nekirin, ragihand ku artêşa Amerîkayê vê sibehê li paytext Caracas rêzeêriş li dar xistine.

Heta niha ji Qesra Spî yan Pentagonê der barê bûyerê de tu daxuyanî nehatine.

(b)