Trump kuştina 'Zilamê duyemîn' ê DAIŞ'ê ragihand

'Zilamê duyemîn' ê çeteyên DAIŞ'ê li cîhanê Ebû Bilal El Mînokî  di operasyoneke hevbeş a Amerîka û Nîjeryayê de hat kuştin.

Trump kuştina 'Zilamê duyemîn' ê DAIŞ'ê ragihand
16 gulan, 2026   09:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) got, 'Zilamê duyemîn' ê çeteyên DAIŞ'ê li cîhanê Ebû Bilal El Mînokî di operasyoneke hevbeş a Amerîka û Nîjeryayê de hat kuştin. 

Trump anî ziman ku operasyon piştî şopandina tevgerên El Mînokî li Afrîkayê pêk hat û got,  bi kuştina wî re dê operasyonên DAIŞ'ê li seranserê cîhanê qels bibin.

Trump, hikûmeta Nîjeryayê ji bo hevkariya wê spas kir.

 Fermandariya Afrîkayê ya Amerîkayê der barê mijarê de agahî li ser X'ê parve kirin û da zanîn ku operasyon li ser daxwaza rayedarên Nîjeryayê hatiye kirin û di encamê de hejmarek çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin.

(bb)