Trump: Îsraîl û Îranê agirbest binpê kir

Serokê DYA’yê Donald Trump got Îsraîl û Îranê agirbesta ku wî berî çend saetan ragihandibû, binpê kiriye.

Trump: Îsraîl û Îranê agirbest binpê kir
24 hezîran, 2025   15:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Donald Trump îro got Îsraîl û Îranê agirbesta ku wî berî çend saetan ragihandibû, binpê kiriye. Her wiha anî ziman ku ew ji her du welatan, bi taybetî ji Îsraîlê, ne razî ye.

Trump berî ku biçe civîna NATO’yê ya li Den Haagê, ji rojnamevanan re axivî û got Îsraîl piştî razîbûna xwe ya li ser peymanê, yekser vekişiyaye û bi bîr xist ku şiyanên nukleerî yên Îranê ji holê hatine rakirin.

Îsraîlê îdia kir ku wan 2 saet û nîv piştî destpêkirina agirbestê moşekên ji Îranê hatine avêtin tesbît kirine, lê Tehranê ev yek red kiriye.

(bb)